ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serkonsûlê Îranê li Silêmaniyê: Amerîka bona girtina pêşiya peywendiya bazirganên Kurdên iraqî bi Îranê re şikest xweriye

Sedulah Mesûdiyan, serkonsûlê Îranê li Silêmaniyeya Iraqê, roja şemiyê herwiha got: Amerîkîyan pirr hewl dan ta ku peywendiyên bazirganan bi Îranê re li parêzgeha Silêmaniyê qut bikin lê serîlêdanên lidûhev ên bazirganên kurd ên iraqî nîşan dide ku ewna di vê plana xwe negihîştine encamê û wê negihîjin jî.

Mesûdiyan destnîşan kir: Taybetbûna zêde ji sedî 30`ê kelûpelên îranî li Herêma Kurdistana Iraqê, bûye sedem bazirganên kurd ên iraqî li dû hin rêbazan ji bo dewama van peywendiyê aborî bin.

Serkonsûlê Îranê li Silêmaniyê bal kişand ser derfirotina 3 mîlyar dolarî ya kelûpelên neniftî yên Îranê bo Herêma Kurdistana Iraqê û pêgîrî kir: Hebûna kelûmelên îranî ji bo xelkê Kurdistana Iraqê pirr girîng bûye û ji bo dewsgirkirina wan divê xercên zav werin dayîn.

Mesûdiyan herwiha got: Konsûlgeriya Îranê li Silêmaniyeya Iraqê ji bo handana bazirganiyên kurd ên iraqî, vîzeya belaş dide ber destê wan ta ku bêyî fukar bazirganiya xwe ya bi Îranê re bidomînin.

Başa dön tuşu