Serkonsulê Îranê li Silêmanîyê: Gotûbêjên Bexda û Hewlêrê qonaxên girîng derbas kirine
Evdila Mesûdîyan qedrê Hewlêrê ji ber helwêsta erênî ji bo çareserkirina hin pirsgirêkan girt û hêvî kir ku peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêtir bibin û got: Gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê qonaxên girîng derbas kirine.
Serkonsulê Komara Islamî ya Îranê yê li Silêmanîyê herwisan hevdîtina Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ku li rex Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê pêk hat, erênî û girîng zanî û got: Ev hevdîtina di çaçrova qahîmkirina peywendîyan de pêk hat.
Mesûdîyan herwisan got: Boykota ser balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê yê di demeke nêzîk de bê rakirinê û hêvîdar im ku geştên balafirgeha Silêmanîyê ber bi Têhranê destpê bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)