ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Baqirî: Dijmin wê tu carî fikra êrîşa leşkerî li ser Îranê neke

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Serdar serleşker Mihemed Baqirî îro tevî pêgiriya li ser amadetiya hêzên çekdar ên Îranê ji bo sekinîna li hemberî her cûre gefa ji ber hebûna dijminan li sînoran, got: Hêzxurtên cîhanê ev yek fam kirine ku şerê leşkerî bi gelê Îranê ra dê ser nekeve.

Serleşker Baqirî her wiha tevî amajeya bi komploya pergala serdestîxwaz û Sîyonîsmê ya berhevanîn û berbelavkirina ramana tekfîrî li civatên îslamî, got: Istikbara Cîhanî bi berfirehkirina ramana tekfîrî hinek ji misilmanan berdan canê hev û hêz û şiyaneka zêde ku divê li sekinîna li hemberî Rêjîma Siyonîst dihat bikaranîn, ji vê riyê va ji nav çû.

Başa dön tuşu