İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serleşker Baqirî: Gelê Îranê bi serbilindî ji xwe berevaniyê dike

Serdar Serleşkerê pasdar Muhemed Baqirî serokerkanê hêzên çekdare îranê îro yekşemê hevçaxî destbikarkirina hevgave 10 navendên çandî û mozexanên berevaniya pîroz li 10 parêzgehên Îranê li Têhranê got: Dewrana berevaniya pîroz pêngavekî mezin li dîroka gelê Îranê ye ku piştî serketina inqilaba îslamî kete qunaxekî nû.

Serleşker Baqirî destnîşan kir: Dewrana berevaniya pîroz dewranekî mezin ji bo gelê mêrxas û camêre inqilabê ye ku gelê Îranê li 8 salan, bi mêrxasiyê ji welatê xwe berevanî kir û nehêşt ku bostek ji axa welêt bi destê dijmin keve.

Serokerkanê hêzên çekdare îranê got: Berevaniya pîroz xizîneyekî mezine ji bo gelê Îranê û dibe sebeb ku bi qurnên qurn welêt bo nivşên din garantî bike û mozexane û navendên çandî pê behregirtina ji teknolojiyên nû dikarin rastiyên vê dewranê li ber destê nivşên din dayînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version