ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Baqirî: Îranê rewşa herî baş a ewlehîyê heye

Serokerkanê hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê got, Îranê rewşa herî baş a ewlehîyê li Kendava Farsê, Tengava Hurmizê û Deryaya Umanê heye û tu dilgiranîyek ji ber hebûna bîyanîyan li derdora sînoran tineye.

Serleşker Mihemed Baqirî serokerkanê hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê îro herwiha bal kişand ser hebûna gemîyên welatên bîyanî li Kendava Farsê û Deryaya Umanê û got: Ew gişk dizanin ku hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê jibo parastina sînor û berjewendîyên xwe amade ne û hemî isûl û qirarên navnetewî berçav digirin.

Serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê herwiha bi gotina vîya ku hêzên çekdar ên welêt li gorî planê meşq û tetbîqatan lidar dixin, bibîr xist: Tu têkilîya van manovrana bi gef an alûgurên sîyasî yên welatên din ra tineye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu