FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Baqirî: “Karê Amerîkayê dijî Qudsê, destpêka Întifzeya mezin e“

Li gorî rapora Sepah News`ê, Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, serdar serleşkerî Mihemed Baqirî îro Duşemiyê li civîna neteweyî ya “Hêzxurtên Mezin û Ewlehiya Devera Rojaavaya Asyayê“ li Têhranê got: “Ragihandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst ji aliyê Amerîkayê va destpêkek ji bo întifazeyeka mezin e û ev biryara şaş dê destpêkek ji bo Rûdanên Bimbarek be“.

Serleşker Baqirî, Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Rêjîma Siyonîst koka tevahiya pirsgirêkên li navçeyê ye û misilmanên navçeyê vê kunîr û birîna şêrpenceyê nahemilînin, her wiha got: “Eger Înqilaba Îslamî sernediket, Israîlê dê beşeka mezin a welatê xwe ya armanca ava bikira“.

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: “Navçeyeka biçûk a bin sîvana piştevaniya Israîlê di bin dagirkeriya DAIŞ`ê ye ku bi zûtirkê dê were azadkirinê û niha tevahiya cîhanê heta Amerîkayê dewama dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokomarê Sûriyê qebûl kirine.

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku tu hewcetiya navçeyê bi hebûna hêzxurtên mezin tune û Komara Îslamî ya Îranê ewqasî hêja û kubar e ku ji xetaya hin welatên ku şaşitî kirine, bibihure, destnîşan kir: “Rêçareya pirsgirêkên navçeyê, rêzgirtina li nêrîna gelê navçeyê ye û divê derheq şêwaza hikûmet û desthilatdarên wan, biryarê bidin û sînorên heyî li navçeyê divê bên parastin“.

Civîna Neteweyî ya Hêzxurtên Mezin û Ewlehiya Devera Rojavaya Asyayê îro anku Duşemiyê bi amadebûna ramanwerên leşkerî û siyasî yên Îranê li Têhranê dest pê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu