Serleşker Baqirî: Şiyana mûşekî ya Îranê li halê xurtkirinê ye
Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê got: Şiyana mûşekî ya Îranê sal bi salê zêdetir û xurtir dibe.
Li gorî rapora IRIB News`ê, serdar serleşker Mihemed Baqirî serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê roja pêncşemiyê li pêncemîn salvegera şehîdbûna serleşkerê pasdar Hisên Têhranî- Muqedem û komek ji hêzên mûşekî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê li Têhranê her viha got: Meşiyan û pêşketinên berevaniyê yên Îranê hin bilez in ku hemî serokên kufrê ku plana sîstema dijî mûşekan dadirêjin, nekarîne li hemberî lez, hêz û şiyana mûşekên Îranê ser bikevin.
Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê tevî bibîrxistina gefên Rêjîma Siyonîst li djî Îranê jî got: Şerê dijî Komara îslamî ya Îranê dawiya wî nediyar e û dijmin wê bi serşurî û pûşmanîyê têkçûna xwe qebûl bike.
Serleşker Baqirî bal kişande ser viya ku bereya berxwedanê roj bi rojê bihêztir bûye, got: Komara Îslamî ya Îranê bêyî ku timaha wê li ser heta bihostek ji axa welatên cînar û navçeyê hebe, dê berjewendiyên xwe û îslamê bişopîne û bi berçavgirtina hemî qanûn û pîvanan, alîkariya bindest û zordîtiyên li hemberî têrorîsmê dike (BANGÊ ÎSLÂMİ).