AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Baqirî: Welatên ku niha derheq Peymana Navokî bêsozî dikin, piştgirê Sedam li şerê dijî Îranê bûn

Serokê Erkantiya Hêzên Çekdar ên Îranê diyar kir: Welatên ku niha derheq Peymana Navokî bêsozî dikin, piştgirê êrişa Sedam dîktatorê îdambûyî yê Iraqê, ser Îranê bûn.

Serokê Erkantiya Hêzên Çekdar ên Îranê serdar seleşker Muhemed Baqirî îro li rûniştina Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Welatên wekî Brîtanya û Fransayê li şerê Sedam dîktatorê îdambûyî yê Iraqê,li dijî Îranê her çek û sîlahek didan ber destê wî û ji babeta siyasî jî piştgirî jê dikirin. Herwiha Almanyayê jî çekên kîmyawî dan Sedamê serokê Rejîma Beisa Iraqê.

Serdar Baqirî got: Netewê Îranê bi berxwedan û rawestana xwe ya heşt salî karî dijminê beisî ji nav axa xwe derxin û niha jî netewê Sûriyê bi peyrewiya ji mînaka gelê Îranê di mideha heşt salan bi cidî li hemberî terorîstan li ber xwe dan û têk birin û îstiqrar û ewlehiya Libnanê ya îro û rawestana netewê Yemenê li ber êrişên Rejîma Siûdî hemû bi hegera peyrewiya ji mînaka berxwedana netewê Îranê li heşt salên Berevaniya Pîroz pêk hatine.

Serokê Erkantiya Hêzên Çekdar ên Îranê herwiha got: Dijmin ji êrişa rasterast ser Îranê ditirsin û encama her êrişek ser Îranê, jinavçûn û hêsîrbûna dijmin e.

Serdar Baqirî got: Îran dijminê ti welatekî navçê nîne û Erebistan û Îmaret ku li dijî Îranê komployan dikin ji riya xwe şaş kirine û divê ew vegerin hembêza Îslamê û bi Îranê re hevkariyê bikin.

Başa dön tuşu