Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê destnîşan kir: Dengê şikesta Emperyalîsmê û îstekbara cîhanî tê bihêstin û pêwîst e ku Îran riya xwe bi hêztir ji berê bidomîne.
Li gor rapora IRIB News`ê, Serdar Serleşker Muhemed Elî Ceferî fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê li gotinên xwe yên îro sêşemê li civîna seranserî ya “Cîhana bê Teror“ li Têhranê got: Cîhana bê teror bêyî îstekbar û nizama serdest serê xwe nagire.
Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê bal kişand ser viya ku pêwîst e Amerîka bizanibe ku Îran bersiva qudretên mezin û biçûk bi hêz û qawet dê bide û got: Her çiqas ku zextûzorên Amerîka zêdetir bibe, îrade û viyana gelê Îranê bona zêdekirina karayiya berevaniya xwe zêdetir dibe.
Ceferî bal kişande ser viya ku boykotên nû yên abûrî yên Amerîkayê dijî Îranê bi mihana karayiyên eskerî û mûşekî, ji ber zextûzora abûrî ser gelê Îranê ye û ragihand; Gelê Îranê bi caran rastî xeyanetên Amerîka hatine û niha qebûl nake ku karayiyên berevaniya welêt bi xwesteka Amerîka va hevaheng be.
Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku gelê Îranê bi xîret û mêrxasî berevaniya şiyana mûşekî ya welêt dike ragihand; Şert û merca jiyana her civatekê hêz û qudreta berevaniya vî welatî ye û her çiya ku pêwîst be Îran bona berevaniya ji axa xwe cih tîne.
Ceferî herwisa Amerîka piştgirê sereke ya terorîzmê û rejîmên neqanûnî û dagîrker daye zanîn.