Qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê dibêje: Dijayetiya Amerîka tev gelê Îranê ku heta li `Çaxê Lihevkirina Navokî“ îspat bibû, tiştekî bi tamî zelal e.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Muhemmed Elî Ceferî fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê îro sêşemê li kongireya rezmendiyên îslamê li Muselaya Îmam Ceferê Sadiq (S) li bajarê Gunbeda Kavûs got: Dijayetiya Amerîka tev gelê Îranê bi tamî zelal e û kesên ku li vî barê şik hebûn jî di dema Lihevkirina Navokî bi vê dijayetiya Amerîka hesiyan û bêbaweriya lis er wê têgihîştin“.
Muhemmed Elî Ceferî destnîşan kir, Gere ku em bizanibin her çiqas Înqilaba Îslamî ber bi pêş diçe, dijayetî pirtir û pîlanên dijminan li hemberî inqilabê pirtir dibin.
Wî destnîşan kir; Pêwîst e ku em dijmin û neyaran binasin ta ku çaxê ji dijmin tê behskirin hemû bala xwe bikşînin ser Amerîkayê, helbet ku ewil dijmin û dijminê mezin û şeytanê mezin Amerîka ye.
Qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku şehediyên heyî nîşana jinavçûna Amerîkayê ye, got: Li gorî lêkolînên cîhanê para pirtir a welatan Amerîka dijminê xwe dizanin (BANGÊ ÎSLÂMİ).