ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Serleşker Ceferî: Erebistan û Rêjîma Sîyonîst jibo birêxistina bêewlehîtîyê li Îranê, hewl didin.

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Inqilaba Islamî li Sûrîyê işkest ser Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst da, sepand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, serdar serleşker pasdar, Mihemedelî Ceiferî fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê bal kişand ser azadkirina bajarê Helebê ji lepên têrorîstan li Sûrîyê û got, bereya berxwedana Inqilaba Islamî bi azadkirina bajarê Helebê, işkesteke mezin ser dijminan û di serî da ser Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst li navçê da, sepand.

Bajarê Helebê piştî ku 5 salan di bin dagirkerîya têrorîstan da bû, 13`ê kanûnê bi destê hêzên artêşa Sûrîyê û berxwedana azad va azadkirinê. Serleşker Ceiferî ku bi boneya salroja fermana hezretê îmam Xumêynî (RE) têkildarî pêkanîna Sipahê, li navena hêzên hewayî yên Îranê diaxivî, herwiha got: Berxwedana li hemberî Amerîkayê ji isûlên bingehîn, mêhwerî û seretayî yên Inqilaba Islamî ye ku bi hişyarîya gel, serê xwe girt.

Serleşker Ceiferî herwiha got: Erebistan û Rêjîma Sîyonîst jibo birêxistina bêewlehîtîyê li Îranê, hewl didin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu