Serleşker Ceferî: Gelê Îranê qet îznê nadin ku berpirsên wan tev şeytanê mezin gotûbêjê bikin
Qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê sêşemêşev li bertega gotinên Trump serokkomarê Amerîka ku gotibû hazire tev karbidestên Îranê biaxive got: Gelê Îranê qet îznê nadin ku berpirsên wan tev şeytanê mezin rûnin û gotûbêjê bikin.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNAyê, Serleşker Pasdar Muhemed Elî Ceferî qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê sêşemêşev bilî retkirina her cure gotûbêjek tev Trump serokkomarê Amerîka got: Îran Koreya Bakûrî nîne ku bersiva erênî bide xwesteka Amerîka.
Qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê al kişande ser viya ku gelê Îranê dîn û bawermendiya xwe bi saya behregirtina ji dînê pîroze islamê û rênimûniyên Îmam Xumêyînî( RH) xîmdarê Komara îslamî ya Îranê qahîm kirine destnîşan kir: Gelê Îranê tev netewên dine ku desthilatê qebûl dikin ferq dikin.
Serleşker Ceferî got: Kes nikare gefan li axa Îranê û gelê Îranê bixwe ki ber ku gelê Îranê li hemberî gefên dijminan û biyaniyan hertim hevgirtina xwe parastine.
Qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku karbidestên welêt haje pîlan û gotinên xaponekeamerîkiyan hene ûbicaran ev cure pîlanane bihîstine got: Dewlet û gelê mezine Îranê hertim palpiştên hevdu bûne û bi dilgirêdana bi sozên îlahî, rêberê mezin, binekanên hundirî ku xwedê daye xelkê dê li hemberî boykotên zalimane û nemirovaneye Amerîka bisekinin ta ku işkestê bide nizama serdest.
Trump ku ji dema destpêbûna heyama serokomartiya xwe li halê anîna zextê li ser gelê Îranê ji aliyekî va û zexta li ser welatên cûrbicûr ji bo qutkirina pêwendiyên ticarî bi Komara îslamî ra bûye, Duşemiyê bi şev li Koşka Sipî îdia kir ku amade ye bêyî tu pêşmercekê bi îraniyan ra hevdîtin bike.
Serokomarê Amerîkayê ku li civîna hevpar a rojnamevaniyê bi serokwezîrê Îtalyayê ra diaxivî, careka din welatên cîhanê han dan ku zextê bînin ser Îranê.
Ev gotinên Trump rastî mehkûmiyeta hundirî û navnetewî hat.