ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Ceferî: “Helwêstên dîplomatîk û berevaniyê yên Îran wek hev in”

Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî ya Îranê got: “Helwêstên dîplomatîk û berevaniyê yên Komara Îslamî ya Îranê yeksan û wek hev in; Her çend ku renge cûreya hilêxistin û derbirrîna wan bi hev ra ferq bike”.

Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî ya Îranê, serdar serleşker Mihemed Elî ceferî êvara Duşemiyê li civîna hevahengiyê ya lidarxistina rêrûisma çilemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî li Têhranê her wiha got: “Hevahengiya li hemî beşên Îranê li warê ragihandina helwêstan li dijî dijminan û dijminatiyên dijminan li dijî Komara Îslamî ya Îranê heye”.

Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî ya Îranê li bara pêngava hitmalî ya Asmerîkayê ya dijî Lihevkirina Navokî (Atomî) ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê û Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî,, got: “Şiyaneka munasib û baş li warên siyasî, leşkerî û civakî yên Îranê ji bo bersivdana bo pêngava hitmalî ya Amerîkayê heye û helwêstên wezareta karên derve  û beşên ewlehî û berevaniyê wek hev in”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu