ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Ceferî: Sipahê Pasdarên Inqilabê ji bo sekinîna li hemberî her komployeke dijminan amade ye

Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê bal kişand ser sekinîna bereya belengazan li hemberî bereya pergala serdest û pêgirî kir: Ciwanên bawermend û şoreşgêr ên Sipahê Pasdaran ji bo sekinîna li hemberî her cure komploya dijminan tam amade ne.

Serleşker Mihemed Elî Ceferî îro li merasima kutabûna dewra perwerdeya efserî ya xwendekarên Zanîgeha Leşkerî ya Imam Hisên (S) li Têhranê got: Gelê şoreşgêr ê Îranê li ber ezmûneke girîng a dîtokî ye ku encama wê, yê destpêbûna dewraneke nû ya nebûna pêbawerîyê li hemberî Amerîkayê û komkirina şîyan û enerjîyê ji bo sekinîna li hemberî komployên curbicur ên zorbêjan be.

Fermandeyê gişt Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê herwiha got: Her kes dikare ji kûratîya nêrîn û hereketa egîtên Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî, têkçûna impiratorîyên di rû de xurt pêşbînî bike.

Merasimê salê ya kutabûna dewra perwerdeya xwendekarên Zanîngeha Efserî û Perwerdekirina Pasdaran a Imam Hisên (S) vê sibê bi amadebûna hezretê ayetulah Xaminêyî fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Îranê hat lidarxistin.

Rêberê giranqedir ê inqilabê dema derbasî vê zanîngehê bû destpêkê çû mezargeha şehîdên bê nav û nîşan û bi xwendina fatihê şehîdên dewrana berevanîya pîroza bibîr anîn û rêz li wan girt.

Fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Îranê herwiha li ber rêzbûna leşkerên vê zannîgehê ve derbas bû.

Hezretê ayetulah Xamineyî herwiha hal û rewşa hin canbaz (nivîşkanbûyîyên ji ber şêrr) û malbatên şehîdan pirsî û bi wan re gotûbêj kir.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha li vê merasimê hejmarek fermande, rêvebir, mamoste û lêkolînerên bijare yên Zannîgeha Îmam Husên (S) xelat kirin.

Başa dön tuşu