İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serleşker Ceferî: Şiyana mûşekî ya Îranê nayê danûstandinkirin û gotûbêjkirinê

Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê got: Şiyana mûşekî ya Îranê, qet nayê danûstandinkirin û wê pişta vê şiyana mûşekî were girtin.

Serdar Serleşker Mihemed Elî Ceferî, fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, roja çarşemiyê li civîna fermandeyên hêza bejahî ya Sipahê li Meşheda li bakûra rojhilata Îranê herwiha got: Şiyana mûşekî ya Îranê li hewa, derya û erdê, bi awayekî lezgîn li halê pêşketinê ye.

Serleşker Ceferî, cîgeh û gîrîngiya şiyana mûşekî bona pêkanîna hêza pêşîlêgirtinê, girîng da zanîn û destnîşan kir: Mûşekên deqîq ên ku li operasyona mûşekî ya vê dawiyê ya dijî terorîstên tekfîrî li Sûriyê, bi awayekî serketî û deqîq li armancan ketin, ji hêla hejmar ve pêş dikevin û zêde dibin.

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, 18`ê Hezîrana buhurî, pêgeha fermandetî û navendên kombûn, piştevanî û çêkirina trombîlên teqandinê yên terorîstên DAIŞ`ê li Dêrezora li rojhilata Sûriyê, bi şeş mûşekên navînmenzil, dan ber bombeyan.

Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, herwiha bi gotina vê yekê ku nifûza ji hêla manewî ve ya Înqilaba Îslamî li para zêde ya navçeyên cîhanê berfireh bûye û got: Ev karayî û şiyan, îro rojê Îranê kiriye hêzeka mezin a navçeyî û heta cîhanî ku jiber hêza manewî ya Înqilaba Îslamî û şiyana ji hêla çekan ve û mûşekên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version