Fermandeyê gişt Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê pêgirî kir: Her şerekî nû yê bibe sedema jinavçûna Rêjîma Sîyonîst ji erdnigarîya sîyasî ya navçê.
Serdar serleşker Mihemed Elî Ceiferî fermandeyê gişt Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê îro berî axavtina rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya li hevdîtina digel bi hezaran kes ji Besîcîyên seranserî Îranê, bal kişand ser têkçûna Rêjîma Sîyonîst û dûrxistin û tenêhîştina Amerîkayê li alûgurên navçê û asêbûna rêjîmên kirêgirtî û paşvero û got: Roja îro dost û dijmin baş dizanin ku idî Rêjîma Sîyonîst di asta gefekê de nîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)