Wezîrê berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê got: Pêşeyên berevaniyê yên Îranê li hemî waran ji wan warê hewayî, bejahî, deryayî, mûşek û balefirên bêfirokevan zirûfa hevrikiya tev pêşeyên cîhanî heye û li gor hevcetiya berevaniyê ya Îranê ye.
Li gorî rapora IRNA`yê, serleşker Emîr Hatemî, roja duşemiyê bal kişand ser vê yekê ku gefa Emerîkayê li dijî Îranê hema îdiayek e û diyar kir: Komployên dijminan mîna komployên berê bi hişmendiya gelên navçê û îqtidara berevaniy ya Komara Îslamî tê bê encamkirin.
Sertîp Hatemî, bokot, parvekirina welatên navçê û piştgiriya ji komên terorîstî ji armancên demdirêj ên dijmin da zanîn û got: Îranê par karî ku pişkeke mezin ji komployên dijminan bona piştgiriya ji terorîstan û hewldana ji bo hilweşandina welatan bêencam bike û di rewşa niha jî komploya dijminan li baa zexta Aborî dê işkestê bixwe.
Wezîrê berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê, zirûfên mezin ên însanî û zanistî heye ku boykot nikarin li hember van zirûfana bisekinin.
Sertîp Hatemî destnîşan kir: Boykota dijmin dibe sedema bihêztirbûna Îranê û belavbûna tovê kîn û nifretê ji wan di dilê gelê Îranê.
Trump serokkomarê Amerîka heştê meha Gulana 2018` an bi dubarekirina tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana boykotên navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din ragihand.