İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serleşker Fîrûzabadî: Hizbullaha Libnanê şanazî û rûmeta islamê ye

Serokê erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, têrorîstzanîna Hizbullaha Libnanê, şaşîtiyeka stratêjîk û berovajiya berjewendiyên umeta Îslamê da zanîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, serdar serleşker, Seyîd Hesen Fîrozabadî, serokê erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamiya Îranê, roja yekşemiyê, li bara têrorîstzanîna Hizbullaha Libnanê ji aliyê Konseya Hevkariya Kendava Fars`ê û hin welatên endamên Yekîtiya Ereban li civîna Tûnisê, got: Hizbullah, ji dilê gellê Libnanê ye û rûmet û şanaziya Îslamê û sedema serfiraziya misilmanan e.

Serleşker Fîrûzabadî, destnîşan kir: Derxistina sîyonîstan ji başûrê Libnanê û paqijkirina vê navçeyê ji sîyonîstan û pêkanîna mertala berevaniyê li hember Rejîma Siyonîst, ji wan diyariyan e ku bi vîna Hizbullahê, ji bo xelkê Libnanê hatiye dayîn.

Konseya Hevkariya Kendava Farsê, çarşemiya buhurî (2`ê meha Adarê) , navê Hizbullaha Libnanê danî nava lîsteya grûpên têrorîst.

Piştî Konseya Hevkariy Kendava Farsê, Konseya wezîran a welatên endamên Yekîtiya Ereban jî Hizbullaha Libnanê, têrorîst da zanîn.

Ev kiryaratûşî bertek û şermezarkirina wela û grûpên piştgirên Berxwedanê yên li navçê her wiha pêşwaziya Rejîma Siyonîst bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version