ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Pûrdestan: Îran li ser tevgerên DAIŞ`ê li navçê tam serdest e

Cîgirê fermandeyê gişt artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Îranê serdestî û lêzanînên baş li bara liv û tevgerên koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Dîyalê li rojhilata Iraqê û sê parêzgehên Efganistanê heye.

Serleşker Ehmedriza Pûrdestan cîgirê fermandeyê gişt artêşa Komara Islamî ya Îranê îro li hevpeyvîna ligel ajansa nûçan a Mîzan`ê, herwiha got: Tifaq û hevdengîyeke tam di navbera Artêşê û Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî di warê çavdêrî û kontrolkirina sînoran de heye û Komara Islamî ya Îranê yê her gefkirekî ji kiryara xwe poşman bike.

Serleşker Pûrdestan bi gotina vîya ku hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê çavdêrîyeke tam ser sînorên bejayî, deryayî û hewayî û derveyî sînoran hene, got: Hemî geştên ku li derdorên sînorên Komara Islamî ya Îranê pêk tên, ji hêla pispor û şarezayên lêzanînan ve tên şopandin, kontrolkirin û nirxandinê.

Cîgirê fermandeyê gişt artêşa Komara Islamî ya Îranê herwiha bal kişande ser şopandina lêzanînên têkildarî hemî gemîyên li deryaya Umanê, Kendava Farsê, oqyanûsa Hindûstanê, deryaya Reş û deryaya Sipî ji hêla Îranê ve û got: Potansîyelên berevanîyê yên Komara Islamî ya Îranê anegorî nirxandinên lêzanînan in û hêzên çekdar ên Îranê jibo bersivdayîna vebirr li hemberî her cure gefekê amade ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu