ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Serleşker Sefewî: Qeyrana Sûrîyê bi rêbazên leşkerî çareser nabe

Alîkar û rawêjkarê pilebilind ê rêberê giranqdir ê inqilaba islamî ya Îranê got: Qeyrana Sûrîyê rêçareya leşkerî tineye û muzakireya sîyasî û lihevkirina alîyên sûrî bi garantîya navnetewî rêçareya vê qeyranê ye.

Li gorî rapora Sipah News`ê, serdar serleşkerî pasdar seyîd Yehya Rehîm-Sefewî,alîkar û rawêjkarê pilebilind ê rêberê giranqdir ê inqilaba islamî ya Îranê îro herwiha got: Hevalbendîya Îran, Ûrsêt, Sûrîye, Iraq û Hizbulaha Libnanê li misogerkirina hikûmeta Sûrîyê û têkbirina komên têrorîst li Iraq û Sûrîyê heta niha serkevtî bûye.

Serleşker Sefewî bal kişand ser armancên Amerîkayê û sîyonîsmê û hin welatên ereb li pêkanîna qeyranê li devera rojavaya Asyayê û got: Armanca Amerîkayê û sîyonîsmê, alozkirin û nearamkirina dewletên navçê û perçekirina Iraq, Sûrîye, Lîbî, Yemen û Erebistanê di demeke dirêj da û serdestîya li van welatan e.

Wî, dabînkirina ewlehîyê jibo Rêjîma Sîyonîst û xafilbûna miletên misilman ji azadkirina Qudsa şerîf û Filistîna dagirbûyî ji armancên din ên pêkanîna qeyranê li herêmê zanî û got: Hevalbendîya bi serkirdetîya Amerîkayê di pênc salên buhurî da nijyarên Sûrîyê jinav birine û bi vê hegerê ku Rêjîma Sîyonîst di ewlewîyetê da ye, Amerîkayê bala xwe daye ser jinavbirina artêşa Sûrîyê.

Alîkar û rawêjkarê pilebilind ê rêberê giranqdir ê inqilaba islamî ya Îranê herwiha bal kişand ser şîyana misteşarî ya Îranê li qeyrana Sûrîyê û got: Amerîka bi dû kêmkirina rola hevalbendîya pêkhatî ji Îran, Ûrsêt, Sûrîye, Iraq û Hizbulaha Libnanê ye ta ku hêza vê hevalbendîyê lawaz bike û pêşîya jinavbirina têrorîstan a bi istiratêjîya sîyasî bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu