ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Selamî: Dijminên Îranê wer xuya dike bihêz in, lê ewna lawaz in

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Dijminên Îrqanê di rû da bihêz û qahîm in, lê ewna lawaz in û bi operasiyona rewanî û şerê medyayî hertim xwe bitirs nîşan didin.

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Serdar serleşker Hisên Selamî roja Yekşemiyê di hevdîtian xwe ya digel Mehmûdê Elewî, Wezîrê Itila’atê yê Îranê her wiha got: Wezareta Itila’atê û Rêxistina Itila’atê ya Sipahê, çavên bîner ên pergal û Înqilaba mezin a Îslamî ne û di qada memûriyetê hevdu dikemilînin.

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Eger civakek xwedan potansiyêla iqtidarê be, dijmin dê newêrin destdirêjya ser wê bikin.

Mehmûd Elewî, Wezîrê Itila’atê yê Îranê jî got: Roja îro bi alîkariya Sipahê û Wezareta Itila’atê hevdiliyeke baş navbera hêzên bibandor di warê ewlehiya Îranê da heye.

Başa dön tuşu