İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serleşker Seyarî: Artêşa Îranê ji bo sekinîna li ber gefan amade ye

Alîkarê hevdengkirê Artêşa Komara Islamî ya Îranê îro pêgirî kir ku Artêşa Îranê ji bo sekinîna li ber her gefekê amade ye û dîyar kir: Hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê ji bo parastina Inqilaba Islamî di hemî waran de amade ne.

Li gorî rapora Fars News`ê, serleşkerê deryavan (amîral) Hebîbulah Seyarî berî xutbeyên nimêja înîyê ya bajarê Qumê got ku hêzên çekdar ên Îranê dê li hemberî her gefekê bersiveke xurt bidin.

Alîkarê hevdengkirê Artêşa Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê ji bo dabînkirina alavên leşkerî yên bejayî, deryayî û hewayî destê xwe ber bi tu kesî dirêj nake.

Alîkarê hevdengkirê Artêşa Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku Îran di warê çêkirina alavên berevanîyê de li ser piyên xwe sekiniye, ragihand ku Komara Islamî ya Îranê ji bo çêkirina alavên berevanîyê ji tu kesî natirse. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version