ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşkerî Baqirî: “Hişyariya Berxwedanê komployên dijminan pûç kirin“

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: “Dijmin bi saya komên têrorîst bi taybet DAIŞ`ê li dû hilweşandion û rûxandina dewletên Sûriye û Iraqê bûn; Lê bi hişyarîya têkoşerên Bereya Berxwedanê û piştevaniyên gelên navçeyê, komploya wan hat pûçkirin“.

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, serdar serleşker Mihemed Baqirî sibeha îro anku Duşemiyê li civîna serok, fermandar û cîgirên hêza ewlekariyê ya Îranê (Intizamî) li Têhranê got: “Dijminan piştî serneketina li Iraq û Sûruiyê, komploya sexte ya li Libnanê her wiha  mijara kuştina Elî Evdillah Salih, serokê partiya Kongreya Yemenê, şopandin da renge bikarin ji riyên din têkçûnên xwe cugbran bikin, lê li van komployan jî ser neketin“.

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê kuAmerîka her tim li dû berjewnediyên xwe yên nerewa û talankirina çavkanî û heyitiyên navçeya rojavaya Asyayê ne, got: “Odeya fikrê a dijmin herttim li halê plandarêştina ji bo serêxwegirtina armancên wan ên nerewa ye“.

Serdar serleşker Baqirî, her wiha bal kişande ser ajawegêrî û aloziyêîn vê dawiyê li Îranê û got: “Li gorî têkçûnên li pey hev ên Istikbarê, çaverêtiya Îranê hebû ku dijminn komployan pêk bînin“.

Ji roja 28`ê Kanûna 2017an bi qasî çend rojan hejmareka gel li çend bajarên Îranê bi kombûn û bilindkirina hin dirûşmeyan nerazîtiya xwe li hemberî diyarnebûna rewşa ziyandîtiyên li enstîtûyên malî û zêdebûna bihayê hin kelûpelan û lawaziya çavdêriya dewletê nîşan dan ku li hin kombûnan bi destê kesên derfetxwaz û alozîçêker bi piştevaniya biyanî tevlihevî derket.

Gelê Îrana Îslamî piştra bi lidarxistina meşa berfireh li pirraniya bajaran, nefret û bêzariya xwe ji komploya npû ya dijminan û derfetxwaziya ajawegêran li warê xerakirin û jinavbirina mal û heyitiyên gelemperî diyar kirin.

Başa dön tuşu