ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşkir Baqirî: Besîc dikare hewcetiyên bingehîn ên Îranê û umeta Îslamê dabîn bike

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê got ku damezrandina Besîca Mustezefan pêngaveke dîrokî bo dabînkirina hewcetiyên bingehîn ên Îranê û umeta Îslamê ye.

Serleşkir pasdar Muhemed Baqirî serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê îro çarşemiyê li peyamekê bi munasibaeta  Heftiya Besîcê tekez kir ku avakirina  besîcê û rola wan, xwe li têkşikandina  fitne û komployên curbicur ên sîstema  serdestîxwaz û siyonîsmê û şerê sepandî nîşan daye.

Muhemed Baqirî li vê peyamê destnîşan kir ku besîc li derveyî  sînorên  Îranê û li coxrafiyaya berxwedana îslamî û li dijî siyonîsmê û rawestana  li ber terorîzmê û fitneya grûpa  terorîst a DAIŞ`ê rola xwe hebûye.

25`ê Mijdarê salroja damezrandina  Besîca  Mustezefînê ye û bi vê boneyê 19 heya 25`ê Mijdarê li Îranê wekî  `heftiya besîcê hatiye binavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu