Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê got ku damezrandina Besîca Mustezefan pêngaveke dîrokî bo dabînkirina hewcetiyên bingehîn ên Îranê û umeta Îslamê ye.
Serleşkir pasdar Muhemed Baqirî serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê îro çarşemiyê li peyamekê bi munasibaeta Heftiya Besîcê tekez kir ku avakirina besîcê û rola wan, xwe li têkşikandina fitne û komployên curbicur ên sîstema serdestîxwaz û siyonîsmê û şerê sepandî nîşan daye.
Muhemed Baqirî li vê peyamê destnîşan kir ku besîc li derveyî sînorên Îranê û li coxrafiyaya berxwedana îslamî û li dijî siyonîsmê û rawestana li ber terorîzmê û fitneya grûpa terorîst a DAIŞ`ê rola xwe hebûye.
25`ê Mijdarê salroja damezrandina Besîca Mustezefînê ye û bi vê boneyê 19 heya 25`ê Mijdarê li Îranê wekî `heftiya besîcê hatiye binavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)