Serleşkir Baqirî: Îran alahilgirê dostî û aşitîxwaziyê ye
Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê got: Komara Îslamî hertim alahilgirê dostî û aşitîxwaziyê bûye û lidarxistina meşqan jî bi raberkirina vê peyamê cih tê.
Li gorî rapora IRIB News`ê, serdar serleşkir Muhemed Baqirî, Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê roja duşemiyê li seredana Teşkîlata eskerî li girava Ebûmûsayê li başûrê Îranê diyar kir: Dabînkirina ewlehiya li navçê tenê bi hevkariya hemî welatên navçê serê xwe digre û mudaxila biyaniyan li hember vê armancê pirsgirêkan derdixîne.
Serleşkir Baqirî bal kişand ser hevkariya hin welatên navçê bi Emerîkayê re bona komployên li rojava Asiyayê û destnîşan kir: Dijminên navçeyî yên Îranê bila bizanibin ku ger çi Komara Îslamî ya Îranê li kêleka doktorîna aşitîxwaziyê, hizûreke eskerî ya bi hêz û xurt heye ku ger pêwîst be tevî berevaniya ji yekperçetiya erdê xwe, welatên pêşniyarkir jî berpirsê dûhatên din dizane.
Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê destnîşan kir: Hin welat bila pişta xwe bi Emerîkayê ve negrêdin ji ber ku Emerîka piştî çend salan şîdet û alozçêkirina li Sûriyê, tu çareyek xêncî derketina ji Sûriyê peyda nekir.
Serleşkir Baqirî, ewlehiya tengava Hormizê û kendava Farsê bê mînak da zanîn û got : Ewlehiya li giravên kendava Farsê bi beşdariya hêzên pispor ên îranî û bikaranîna kelûmelên eskerî yên navxweyî cih hatiye.