ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşkir Baqirî: Îran alahilgirê dostî û aşitîxwaziyê ye

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê got: Komara Îslamî hertim alahilgirê dostî û aşitîxwaziyê bûye û lidarxistina meşqan jî bi raberkirina vê peyamê cih tê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, serdar serleşkir Muhemed Baqirî, Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê roja duşemiyê li seredana  Teşkîlata  eskerî li girava  Ebûmûsayê li başûrê Îranê diyar kir: Dabînkirina  ewlehiya li navçê tenê bi hevkariya hemî welatên  navçê serê xwe digre û  mudaxila biyaniyan li hember vê armancê pirsgirêkan derdixîne.

Serleşkir Baqirî bal kişand  ser hevkariya hin welatên  navçê bi Emerîkayê re bona  komployên li rojava Asiyayê û destnîşan kir: Dijminên  navçeyî yên Îranê bila bizanibin ku ger çi Komara Îslamî ya Îranê li kêleka  doktorîna  aşitîxwaziyê, hizûreke  eskerî ya   bi hêz û xurt heye ku ger pêwîst be  tevî berevaniya  ji yekperçetiya erdê xwe, welatên pêşniyarkir jî berpirsê dûhatên din dizane.

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê destnîşan kir: Hin welat bila pişta xwe bi Emerîkayê ve negrêdin ji ber ku  Emerîka piştî çend salan şîdet û alozçêkirina li Sûriyê, tu çareyek xêncî  derketina ji Sûriyê peyda nekir.

Serleşkir Baqirî, ewlehiya tengava Hormizê û kendava Farsê  bê mînak da zanîn û got : Ewlehiya  li giravên  kendava Farsê bi beşdariya  hêzên  pispor ên  îranî û bikaranîna  kelûmelên  eskerî yên  navxweyî cih hatiye.

Başa dön tuşu