Serleşkir Baqirî: Tu welatek nikare detsdirêjiyê bike ser Îranê
Serokerkanê giştî yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Li Komara Îslamî ya Îranê dijmin nikarin bighêjine tu armanc û hedefeke xwe.
Serleşkir Muhemed Baqirî roja duşemê li seredana yekîneyên zirihî, hewayî û bejahiyê yên artêşa Komara Îslamî ya Îarnê li Dizfûlê li başûrê rojava Îranê got;: Qaweta berevaniyê û îqtidara hêzên çekdar ên Îranê bû sedem ku dijmin bigihêje vê encamê ku her cure destdirêjî û çavberdana ser ax û berjewendiyên vî welatê inqilabî û xweser li cîhana îroyîn tu encamek xêncî xisar û zirarê ji wna re tinebe.
Serokerkanê giştî yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her wiha destnîşan kir: Eva ku carnan siyasetvanên tezekar îdiayek li dijî Îranê bêxe rojevê û ji artêşên xwe dixwezin ku herketeke destdirêjkiane li dijî Îranê hebin. Eva fermandeyên pilebilind ên eskerî yên van welatan e ku hişyariyê didine siyasetvanên xwe ku îmkana şerê bi Îranê re tine û divê bi riyên siyasî bi îraniyan re biaxivin.
Serokerkanê giştî yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: hin siyasetvanên nemaqûl ên Emerîkayê, Rejîma Îsraîlê û Erebistanê zêde ji devê û hedê xwe diaxivin, lê dema dighêjin qonaxa praktîkê pê dihesin ku îqtidara eskerî û berevaniyê ya Îranê nayê derbe lêxistinê.