ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşkir Ceferî: Emerîkî ser daxwaza siyonîtsan, Îranê boykot dikin

Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê dstnîşan kir: Emerîkî ser daxwaza siyonîstan û dijminên Îslamê, Komara Îslamî ya Îranê boykot dikin.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê, serdar serleşkir pasdar Muhemed Elî Ceferî çarşemiyê şevê destnîşan kir ku dijmin bi cihanîna  boykotên  aborî li dijî Îranê li dû derbelêxistina  li Komara Îslamî ya Îranê ne lê tu carî dê bi ser nekevin.

Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê bal kişand ser bûyerên vê dawiyê li Îranê û got: Fitneya vê dawiyê hasila  pîlan û beranmeyên  berfireh ên Emerîkayê, Rejîma Siyonîstî û Rejîma Siûdî bû.

Serdar serleşkir pasdar Muhemed Elî Ceferî gotinên xwe wiha doandin: Hewldana  emerîkiyan û hevpeymanên wan ji bo derbelêxistina  li Komara Îslamî ya Îranê ji ber işkestên berdewam ên wan ji gelê Îranê li navçê ye.

Ji 28`ê Kanûna 2017`an ve, bo mideha çend rojan, hejmarek ji gelê Îranê li çend bajaran bi lidarxistina kombûnan û qêrîna durişman nerazîbûna xwe li hemberî kifşnekirina çarenûsa sermîyana wan a li hin navendên bankî û darayîyê û jordaçûna bihaya hin kel û pelan û lawazîya çavdêrîya dewletê ser van babetana nîşan dan lê kesên bi dû firsendê û ajawegêr ku hin welatên rojavayî û ereb û Rêjîma Sîyonîst pişta wan digirin, kombûna biaştî ya gel veguhertin alozî û tevlihevîyê.

Rayeadrên  emerîkî, Rejîma Siyonîstî, Rejîam Siûdî û medyayê biyanî bi îstifada kirêt ji van kombûnên gelanî hewldan  wan ber bi aloziyê bikşînin.Lê gelê Îranê ji roja çarşemê ve li bajarên curbicur dest bi meşa berfire û xweristî ji bo nîşandayîna hêrs û bêzarîya xwe li hemberî komploya nû ya dijminan û sûdwergirtina ajawegêran ji derfetê ji bo ku mal û darayîyên giştî xirab bikin, kirin.

Başa dön tuşu