ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşkir Ceferî: Peyama Îranê bo welatên kêleka kendava Farsê, aşitî û hevaltiyê ye

Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got: Peyama Îranê bo welatên dorhêla Kendava Farsê, aşitî û hevaltî û hevkariya hevpar bo dabînkirina ewlehiyê li Kendava Farsê bêyî hebûna hêzên biyanî ye.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, serdar serleşkir Muhemed Elî Ceferî roja çarşemiyê li merasima  rêzgirtina li fermandên hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li Bender Ebasê li başûrê Îranê diyar kir: Hêza deryayî ya Îranê di salên  piştî serketina Inqilaba Îslamî de parêzvan û dabînkirê ewlehiyê li Kendava Farsê bûye.

Serleşkir Ceferî bal kişand ser vê yekê ku hêz û îqtidara eskerî ya Îranê li navçê tenê berûlaya berevanî û  pêşîlêgirtinê heye û got: Berevanîya li Kendava Farsê bûye baîs ku dijmin newêre timayê li sînorên avî yên Îranê bike û ji ber berfirehbûna diyalog û dîskorsa berxwedanê li navçê ku ji Inqilaba Îsalmî tesîr wergirtiye, roj bi rojê dijmin lawaz û bêhêvî dibe.

Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Dijmin ji rojên destpêkê yên serketina Inqilaba Îslamî bi şêwazên eskerî, boykotên  aborî û gefên  siyasî hewl daye Îranê lawaz bike û derbeyê lêxîne lê qet nekariye bighêje armancên xwe.

Serleşkir Ceferî her wiha bal kişand ser amadetiya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bona rawestana li ber gefên dijminan û diyar kir: Hêza deryayî ya Sipahê Pasdaran bi kelûmelên pêşketî, tam ser Kendava Farsê serdet e.

Başa dön tuşu