Serleşkir Rehîm Sefewî: Îran xwediyê qaweta eskerî ya herî zêde li navçê ye
Alîkar û şêwirmendê pilebilind ê fermandê giranqedr ê gişt hêzan ê Îranê got: Hêza berevaniyê ya hêzên çekdar ên Îranê pir li jora ye û qaweta eskerî ya Komara îslamî ya Îranê qaweta eskerî ya herî zêde li navçê ye.
Li gorî rapora IRNA`yê, serdar serleşkir Yehya Rehîm Sefewî roja çarşemiyê got: Hêza berevaniyê ya hêzên çekdar ên Îranê bûye sedem ku emerîkî, siyonîst û hin welat newêrin êrişî ser Îranê bikin.
Serleşkir Rehîm Sefewî bal kişand ser vê yekê ku eskerên Emerîkayê ji siyasetvanên wê û helbet ji serokkomarê wê yê niha baqiltir in û destnîşan kir: Asta pirsgirêka navbera wezareta berevaniyê ya Emerîka bi wezareta karên derve ya vî welatî re dikarin li Efxansiatn û Iraqê bibînin.
Alîkar û şêwirmendê pilebilind ê fermandê giranqedr ê gişt hêzan ê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Îran li navça rojava Asiyayê, qaweta ewil a navçê ye û diyar kir: DAIŞ li Iraqê bi alîkariya Îranê ji nav çû û li Sûriyê jî li encama kiryarên Îranê, Emerîka û Erebistan û siyonîstan bona sernixûnkirina Beşar Esed serokkomarê qanûnî yê Sûriyê bi ser neketin.
Komara Îslamî ya Îranê ser daxwaza fermî ya dewletên Sûriyê û Iraqê bona rawestana li ber terorîstên ku ji aliyê Emerîka, Rejîma Siûdî û Rejîm siynîstî ve piştgirî diodin, alîkariya misteşarî dide wan.