İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serleşkir Rehîm Sefewî: Îran xwediyê qaweta eskerî ya herî zêde li navçê ye

Alîkar û şêwirmendê pilebilind ê fermandê giranqedr ê gişt hêzan ê Îranê got: Hêza berevaniyê ya hêzên çekdar ên Îranê pir li jora ye û qaweta eskerî ya Komara îslamî ya Îranê qaweta eskerî ya herî zêde li navçê ye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, serdar serleşkir Yehya Rehîm Sefewî roja çarşemiyê got: Hêza berevaniyê ya hêzên  çekdar ên Îranê bûye sedem ku  emerîkî, siyonîst û hin welat  newêrin êrişî ser Îranê bikin.

Serleşkir Rehîm Sefewî bal kişand ser vê yekê ku  eskerên Emerîkayê  ji siyasetvanên wê û helbet ji serokkomarê wê yê niha baqiltir in û destnîşan kir: Asta pirsgirêka  navbera  wezareta berevaniyê ya Emerîka bi wezareta karên derve ya vî welatî re dikarin  li Efxansiatn û Iraqê bibînin.

Alîkar û şêwirmendê pilebilind ê fermandê giranqedr ê gişt hêzan ê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Îran li navça rojava  Asiyayê, qaweta  ewil a navçê ye û diyar kir: DAIŞ li Iraqê bi alîkariya Îranê ji nav çû û li Sûriyê jî li encama  kiryarên  Îranê, Emerîka û Erebistan û siyonîstan bona sernixûnkirina  Beşar Esed serokkomarê qanûnî yê Sûriyê bi ser neketin.

Komara Îslamî ya Îranê ser daxwaza fermî ya  dewletên  Sûriyê û Iraqê bona rawestana li ber terorîstên ku ji aliyê Emerîka, Rejîma  Siûdî û Rejîm  siynîstî ve piştgirî diodin, alîkariya  misteşarî dide wan.

Exit mobile version