Serleşkir Rehîm- Sefewî: Şerê Sûriyê, Hizbullaha Lubnanê kire artêşaka bi hêz
Li gorî rapora IRNA`yê serdar serleşkir seyd Yehya Rehîm- Sefewî, roja şemiyê li civîna “hilkolandina qeyrana Sûriyê û dawîn alûgurên meydanî û siyasî“ li Têhranê got: Şerê Sûriyê 83 mehan kêşa û hevalbendiya Îran, Rûsiye û Hizbullaha Lubnanê li Sûriyê bi ser ket û hevalbendiya Îran, Rûsiye û Hizbullaah Lubnanê li Sûriyê bi ser ket û hevalebendiya emerîkî, Urdin û siyonîstan işkest xwar.
Serdar serleşkir seyd yehya Rehîm Sefewî bal kişand ser armancên jeostratejîkî yên Emerîkayê li navçê û destnîaşn kir: Parastina mayîndebûn û ewlehiya Rejîma Siyonîstî, lawazkirian dewletên bereya berxwedanê bi awayekî taybet li Sûriyê û lawazkirina qaweta Hizbullaha Lubnanê û xweşkirina rewşê ji bo rawestana li ber wê ji armancên jeostratejîk a Emerîkayê li navçê ye.
Alîkar û şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha parvekirina welatên Sûriyê û Iraqê ji armanca emerîkiyan da zanîn û got: Girtina pêşiya serekebûna jepopolîtîkî û jeostratejîkî ya Îranê, lawazkirina qaweta nifûza Îranê li Iraqê û Sûriyê û nezeliqîna qaweta nifûza Îranê li Iraq-Sûriyê-Medîteranê wek bereya stratejîk, ji armancên din ên emerîkiyan li navçê ye.
Serdar serleşkir seyd Yehya Rehîm- Sefewî bal kişand ser pêwîstiya parastina wxeserî û eykperçetiya erdê Sûriyê û Iraqê got: Îran bi awayekî cidî daxwaza xweserî û yekperçetiya erdê Sûriyê û Iraqê dike.
Alîkar û şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha hêvî kir ku gelê Sûriyê û Iraqê, çarenivîsa xwe bigrin destê xwe û bereya berxwedanê bihêztir li hember Rejîma Siyonîstî û Emerîkayê rawestin.