ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşkir Rehîm- Sefewî: Şerê Sûriyê, Hizbullaha Lubnanê kire artêşaka bi hêz

Li gorî rapora IRNA`yê serdar serleşkir seyd Yehya Rehîm- Sefewî, roja  şemiyê li civîna  “hilkolandina  qeyrana Sûriyê û dawîn alûgurên  meydanî û siyasî“ li Têhranê got: Şerê Sûriyê 83 mehan kêşa û hevalbendiya Îran, Rûsiye û Hizbullaha  Lubnanê li Sûriyê bi ser ket û hevalbendiya Îran, Rûsiye û Hizbullaah Lubnanê li Sûriyê bi ser ket û hevalebendiya  emerîkî, Urdin û siyonîstan işkest xwar.

Serdar serleşkir seyd yehya Rehîm Sefewî bal kişand ser armancên  jeostratejîkî yên Emerîkayê li navçê  û destnîaşn kir: Parastina   mayîndebûn û ewlehiya Rejîma  Siyonîstî, lawazkirian  dewletên bereya berxwedanê bi awayekî taybet li Sûriyê û lawazkirina  qaweta Hizbullaha  Lubnanê û xweşkirina rewşê ji bo rawestana li ber wê ji armancên  jeostratejîk a Emerîkayê li navçê ye.

Alîkar û şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha  parvekirina  welatên Sûriyê û Iraqê ji armanca emerîkiyan  da zanîn û got: Girtina pêşiya serekebûna jepopolîtîkî û jeostratejîkî ya Îranê, lawazkirina qaweta nifûza Îranê li Iraqê û Sûriyê û nezeliqîna  qaweta nifûza Îranê li Iraq-Sûriyê-Medîteranê wek bereya stratejîk, ji armancên din ên  emerîkiyan li navçê ye.

Serdar serleşkir seyd Yehya Rehîm- Sefewî bal kişand ser pêwîstiya  parastina   wxeserî û eykperçetiya erdê Sûriyê û Iraqê got: Îran bi awayekî cidî daxwaza xweserî û yekperçetiya erdê Sûriyê û Iraqê dike.

Alîkar û şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha hêvî kir ku gelê Sûriyê û Iraqê, çarenivîsa xwe bigrin destê xwe  û bereya  berxwedanê bihêztir li hember Rejîma Siyonîstî û Emerîkayê rawestin.

Başa dön tuşu