Serleşkir Sefewî: Mekteba berxwedanê ji Îranê hatiye
Şêwirmendê pilebilind ê eskerî yê fermandê gişt hêzan ê Komara Îslamî ya Îranê got: Şehîd , rezmende û têkoşer û malbatên wan li Komara Îslamî ya Îranê, mekteba berxwedanê hîn cîhanê kirin.
Li gorî rapora IRNAyê, serdar serleşkir Yehya Rehîm Sefewî, Şêwirmendê pilebilind ê eskerî yê fermandê gişt hêzan ê Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê li bîranîna şehîdên bajarê Burazcanê, li başûrê rojava Îranê got: Inqilaba Îslamî û berxwedana gelê Îranê li 8 salan berevaniya pîroz, îro rojê li wêrektiya jin û mêrên yemenî û serketinên Lubnan û Helebê deng vedaye.
Serdar Rehîm Sefewî her wiha rêz ji bîranîna şehîd Burazcanî Sadiq Gencî balyozê çandî yê Îranê li Lahûra Pakistanê girt û tekez kir: Ev şehîda li mideha 40 mehan jibo berevaniya ji Îslama azadîxwaz û rizagira gel li hember tekfîriyan hewl da û bala gelê Pakistanê kişand ku piştî şehadeta wî tu kesî nekarî cihê wî bigre.
Şehîd Sadiq Gencî balyozê çandî yê Îranê li Lahûra Pakistanê li Kanûna 1990an li halê derketina ji civîna 55mîn a xatirxwastinê ku ji aliyê wêjekar, helbestvan û nivîskarên Pakitanê li Lahûrê hatibû li darxistinê ji aliyê grûpa terorîstî ya sipahê Sehabê ve hat şehîdkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)