IraqLubnanNûçeRojhilatanavin

Amadebûna milyonî li Erbeyîna Hisênî bersivek bo komploya tekfîriyan

Cîgirê serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Şîeyên Libnanê Ebdulemîr Qeblan roja yekşemiyê bi daxûyaniyekê bi boneya Erbeyîna Îmam HIsên (S) ragihand: Amadebûna miliyonî li Kerbelayê ji cî û deverên cûrbicûr ên cîhanê ji bo vejiyandina çilemîn roja şehîdbûna îmam Hisên (S) bersivek bo tekfîrî û rêderketiyan e ku bi derketina ji hîndekariyên ola pîroz a îslamê, ometa îslamî kirine armanc.

Cîgirê serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Şîeyên Libnanê teqînên têrorîstî yên vê dawiyê li parêzgeha Kerbela û Fellûceyê şermezar kirin û got; Çeteyên tekfîrî li halekî rijandina xwîna mirovên bêguneh rewa dizanin û her cûre kiryarên hovane pêk tînin ku aqil û dîn wê yekê red dike û napejirîne.

Şêx Qeblan Cîgirê serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Şîeyên Libnanê tevî sipasiya ji hewildanên artêşê Sûriye û Iraqê û hevpeymanên wan li têkbirina komên têrorîst, li beşdariya hemî misilmanan li riya şerê dijî têrorîsmê pêgirî kir.

Cîgirê serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Şîeyên Libnanê bal kişande ser pêwîstiya sekinandina şandina alîkariyên malî û çekdarî bo têrorîstên tekfîrî û ji zanyarên dînî xwest ku bi ravekirina metirsiyên serhişkî, tundrêtî û têrorîsmê rê li ber berfirehbûna ramanên tekfîrî bigirin.

Cîgirê serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Şîeyên Libnanê her viha ji gişt aliyên navçeyê xwest ku ji bo pêkanîna rêkarên siyasî bi armanca rawestandina xwînrijandinan li hemî welatên erebî û vegeriyana ewlehî û aramiyê bo navçeyê bixebitin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu