Yekîna berevaniya hewayî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê balefira bê pîlot a sîxoriyê ya Erebistanê li Cîzanê sernixûn kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Yekîna berevaniya hewayî ya Yemenê roja îniyê, balefira bê pîlot a sîxoriyê ya destdirêjkirên siûdî di dema firîna ser esmanê navça El-Herîqê li Wadî Carê ya parêzgeha Cîzanê li başûrê Erebistanê da ber êrişan.
Yekîna berevaniya hewayî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, 9 Cotmehê jî du balefirên sîxoriyê yên Erebistanê li navça El-Şebekê li rojhilata Cebel El-Dodê li Cîzanê sernixûn kir.
Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê her wiha îro bi avêtina hawanê dozereke eskerî ya destdirêjkirên siûdî li rojhilata Cebel El-Dodê li Cîzanê têk birin.
Li gorî vê raporê, hejamrek ji eskerên erebistanî jî li encama bombeyên bichkirî li navça Meholê li Cîzanê hatin kuştin û birîndar bûn.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015` an dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.
Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya xwarekê û dewa dermanan aniye.