Çavkaniyên ewlehiyê yên Yemenê raghandin ku balefira cengê ya sîxoriyê ya Erebistanê li Necranê li başûrê vî welatî hatiye sernixûnkirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, artêşa Yemen û Ensarullahê, balefira bêfirokevan a sîxoriyê ya Erebistanê li navça El*Xezrayê ya Necranê sernixûn kirin.
Erebistanê pêştir jî çend balefirên sîxoriyê jibo komkirina lêzanînên li bara liv û tevgera artêşê û hêzên gelanî yê Yemenê ji Emerîkayê kirîne.
Di eynî demê de, yekînên topxaneyî yên artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê cihê kombûna kirêgirtiyên siûdî li navenda El-Şebekê li parêzgeha Necranê gullebaran kirin.
Yekîna topxana artêşa Yemenê her wiha cihê kombûna kirêgirtiyên siûdî li rojhilata El-Selatehê li parêzgeha Necranê bi mûşekên Katiyûşayê da ber êrişan ku li encama wê çend kes ji wan birîndar bûn.
Balefirên destdirêjkar ên siûdî-emerîkî jî navça El- Ferê li bajarê Ketafê li parêzgeha Sedê li bakurê Yemenê bombebaran kirin.
Rejîma Alê Siûd ji Adara 2015`an bi piştgiriya Emerîkayê û hin welatên ereb ên navçê êriş kiriye ser Yemenê. Li encama êrişên Erebistanê ser Yemenê, nêzîkî 40 hezar kes hatine kuştin an birîndar bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).