IraqNûçeRojhilatanavin

Serok erkantiya artêşa Iraqê: Nîvek ji rojavaya Mûsilê hatiye azadkirin

Serok erkantiya artêşa Iraqê ragihan: Nîvek ji rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatiye azadkirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Osman El-Qanimî serokê erkantiya artêşa Iraqê bal kişande ser pêşketinên artêşa Iraqê li rojavaya Mûsilê û destnîşan kir; Li vê navçeyê şerekî giran destpê bûye; Ji ber ku terorîstên DAIŞ`ê haje du babetan bûne, babeta ewilê ku terorîstên DAIŞ`ê pê hesiyane ev e ku ewna dorpêç bûne û ya dudiyan jî ev e ku ewna hêvîdar in ku bikaribin bi her awayî ku dibe riyekê ji bo revînê peyda bikin.

Wî destnîşan kir; Piştî işkesta terorîstên DAIŞ`ê, demek zav pêwîst e ta ku bajarên ku terorîstên DAIŞ`ê dagîr kiribûn bên paqijkirin û herçiya çek û sîlah û bombe û madeyên teqandinî yên terorîstan ku li nav bajar û gundan hene pêwîst e bêne pûçkirin û ji nav van bajaran bên derxistin.

Ebdul-Emîr Yarullah qumandê operasiyona azadkirina Nêynewayê jî ragihand; Hêzên gelanî yên Iraqê li dewama operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê karîn 175 gund û 4 hezar kîlomitrên din jî ji destê terorîstan azad bikin û serketina sereke ev e ku riya peywendiya terorîstên DAIŞ`ê ji nav axa Iraqê ber bi Sûriyê va jî bi tamî hatiye qutkirin.

Yarullah destnîşan kir; Artêşa Iraqê û hêzên gelanî niha hemû hêza xwe ji bo azadkirina hinek ji navçên dine derûdora Mûsilê bikar girtine û dixwazin ku Riya Mûsilê ber bi Til Eferê jî ji destê terorîstan derxînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu