Seroka parlemana neteweyî ya Sûriyê ragihand ku civata parlemanên asiyayî û hemî welatên endamê vê civatê divê bi awayekî bibandor û cidî li hember terorîzmê rawestin
Hedye Ebas, seroka parlemana neteweyî ya Sûriyê ku jibo beşdariya li civîna civata giştî ya parlemanên asiyayî sefera Pakistanê kiriye roja sêşemiyê li gotûbêja bi IRNAyê re ser giringî û pêwîstiya hewldana komî jibo xurtkirina aşitî û aramiya navçê û hewldana hemî welatên navçê jibo rawestana li ber terorîzmê û pêkanîna Asiyaya vala ji terorîzmê tekez kir.
Seroka parlemana neteweyî ya Sûriyê bal kişad ser rola bibandor a parlemanên welatên asiyayî û civata parlemanên Asiyayê jibo alîkariay bo rawestana li ber terorîzmê li navçê û hêvî kir: Civîna Îslamabadê û civînên pêşerojêbibib baîs yek ji armancên mezin ê vê civatê yanê avakirina parlemana Asiyayê cih were ku bandorê bike ser alîkariay bo geşatî-aramî û ewlehiya Asiyayê.
Hediye Ebas parlemanên welatên Asiya û her wiha civata meclisên Asiyayê hokara xurtbûna yekitiyê û xurtbûna hevkariay anvbera welatên navçê da aznîn û kesên ku terorîzmê bi baş û xirab parve dikin rexne kir û destnîşan kir: Pêwîst e ev diyardeya nehs di her şikl û şêwazê ji nav here.
Civîna seretayî û nefermî ya civîna civata meclisên asyayî duh duşemiyê li Îslamabadê hat li darx istin û civînên fermî ji îro heya înê didome. Civata parlemanên Asiyayî ku li sala 1999 hat avakirin, xwediyê 41 endamên sereke û 17 endamên çavdêr e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)