Hedye Ebas, seroka parlemana neteweyî ya Sûriyê ku jibo beşdariya li civîna civata giştî ya parlemanên asiyayî sefera Pakistanê kiriye roja sêşemiyê li gotûbêja bi IRNAyê re ser giringî û pêwîstiya hewldana komî jibo xurtkirina aşitî û aramiya navçê û hewldana hemî welatên navçê jibo rawestana li ber terorîzmê û pêkanîna Asiyaya vala ji terorîzmê tekez kir.
Seroka parlemana neteweyî ya Sûriyê bal kişad ser rola bibandor a parlemanên welatên asiyayî û civata parlemanên Asiyayê jibo alîkariay bo rawestana li ber terorîzmê li navçê û hêvî kir: Civîna Îslamabadê û civînên pêşerojêbibib baîs yek ji armancên mezin ê vê civatê yanê avakirina parlemana Asiyayê cih were ku bandorê bike ser alîkariay bo geşatî-aramî û ewlehiya Asiyayê.
Hediye Ebas parlemanên welatên Asiya û her wiha civata meclisên Asiyayê hokara xurtbûna yekitiyê û xurtbûna hevkariay anvbera welatên navçê da aznîn û kesên ku terorîzmê bi baş û xirab parve dikin rexne kir û destnîşan kir: Pêwîst e ev diyardeya nehs di her şikl û şêwazê ji nav here.
Civîna seretayî û nefermî ya civîna civata meclisên asyayî duh duşemiyê li Îslamabadê hat li darx istin û civînên fermî ji îro heya înê didome. Civata parlemanên Asiyayî ku li sala 1999 hat avakirin, xwediyê 41 endamên sereke û 17 endamên çavdêr e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)