CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Seroka Yekitiya Nav-parlemanî ya cîhanê hate Tehranê

Seroka Yekitiya Nav-parlemanî ya cîhanê Gabriela Cuevas Barron ji bo gotûbêja bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê duh sefera vî welatî kir.

Li gor nûçeya IRNAyê, Gabriela Cuevas(Kuêvas) Barron li dema mayîna xwe li Tehanê wê bi rayedarên dercebilin ên dewleta Komara Îslamî ya Îranê yên û berpirsên Meclisa vî welatî re yên wek wezîrê derve Muhemed Cewad Zerîf û serokê Meclisa Şêwra Îslamî Elî Larîcanî gotûbêjê bike.

Gotûbêja ligel endamên Fraksiyona Jinan ya Meclisa Îranê û endamên Konseya Birêvebir a Koma Parlemanî ya Îranê di nav Yekitiya Nav-parlemanî ya cîhanê de jî di nav bernama Gabriela Cuevas Barron de ye.

Yekitiya Nav-parlemanî ya cîhanê (IPU) li sala 1889 bi armanca alîkariya ji bo aştiya cîhanê û hevkariya di navbera netewên cîhanê ji riya gotûbêja navbera parlemanên cîhanê pêk hat û cihê wê li Ceneva Swîsrayê ye.Parlemanên 154 welatên cîhanê endamên wê ne. 

Başa dön tuşu