EwropaNûçe

10 hezar Êlegzer li Fransayê hatine girtinê

Hêzên Polîs ên Fransayê heta nika zêde ji 10 hezar nerazîyên Êlegzer girtine.

Rojnama Lomond a Fransayê îro ligorî amarên Wezareta Dadwerîya wî welatî ragihand ku Hêzên Polîs ên Fransayê ji destpêka nerazîbûnên li vî welatî ji Mijdara sala buburî ve zêde ji 10 hezar alîgirên tevgera nasyar bi Êlegzeran girtine.

Lomondê herwiha nivîsî ku li dadgehên Fransayê zêde ji 3 hezar hikm dijî endamên wê tevgerê hatine dayînê û ew bi pişkdarîya di “ şoreşa komkî“ û êrişa ser hêzên polîs hatine tawanbar kirinê.

Ligorî vê raporê, jibo zêde ji 400 kes ji endamên tevgera Êlegzeran ceza hatîye birrînê ku helbet jibo gellek kesên hatine girtinê jî cezaya raberkirna neçarî ya xizmetên giştî hatîye kivşkirinê. 

Başa dön tuşu