NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esed: Bajarê Efrînê rastî dagîrkeriyeke biyanî dibe

Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed derbarê Efrînê ragihand ku, derbasbûna hêzên ser bi artêşa Sûriyê ve bo Efrînê tiştekî asayîye.

Di daxuyaniyeke rojnamevanî de Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed ragehand ku, bajarê Efrînê rastî dagîrkeriyeke biyanî dibe.

Herwiha Beşar Esed da zanîn ku, tişteke asayîye ku, li bajarê Efrînê hemû pêkhateyên cuda bibin yek û li dijî wî dijmînî derkevin ji ber ku, artêşa Sûriyê li cihên din mijûlî şerê terorîstan e.

Esed derbarê navçeya Xuteya Rojhelat got ku, operasyona wan li wê navçeyê dê berdewam be û ev yeke nayê wê wateya ku, agirbesta li Sûriyê tê binpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu