Veliyullah Sêyf serokê banka navendî ya Îranê li gotinên xwe yên îro sêşemê li civîna tev xebatkarên abûrî yên parêzgeha Kirmanşahê li rojavaya Îranê bal kişande ser kêmbûna zamê li bazarên abûrî yên îranê û destnîşan kir, asta giranbûna li nav Îranê niha 8.6 e û ji ber siyasetên başe dewletê em dixebitin pîşiya giranbûnê bigrin.
Serokê banka navendî ya Îranê bal kişande ser wlehiya ku niha li bazara abûrî ya Îranê çê bûye ragihand; Dewama siyasetên başe abûrî yên dewletê û îcrakirina abûra berxwedanî dê bibe sebeb abûra îranê ber bi geşatiyê here. (BANGÊ ÎSLÂMİ)