ErebîstanFilistînNûçeRojhilatanavinSûriye

Serokê berê yê Mossadê: “Talukeya herî mezin a li ser Îsraîle şerê navxweyî ye”

Serokê berê yê dezgehê sîxorî û îstîxbarata rejîma Îsraîl Mossadê Tamîr Pardo piştî îstîfayê di axaftina xwe ya yekemîn de ragihand ku talukeya herî mezin a li ser Îsraîlê şerê navxweyî ye.

Ajansa rûsî ya Sputnîkê ji zarê medya rejîma siyonîst ragihand ku serokê berê yê Mossadê Tamîr Pardo di merasîma cenazeyê leşkerên duruzî de got: “Ji derve tu metirsî li ser Îsraîlê tunene. Metirsiya herî mezin perçebûna navxweyî ye û dibe ev perçebûn me bibe şerekî navxweyî.”

Tamîr Pardo di berdewamiya axaftina xwe de got: “Dibe Îsraîlê hetanî demeke nêz di mijara perçebûn û dijminatiyan de rû bi rû bimîne, ji ber ku îhtîmala şerê navxweyî her diçe zêde dibe û ber bi encamên metirsîdar û bi taluke ve diçe.”

Pardo di dirêjiya axaftina xwe de got: “Hetanî pirsgirêka Îsraîl û Filistînê neyê çareserkirin ne gengaz e ku têkiliyên me bi dewletên ereb re serast bibin. Niha bi awayekî cidî di nava civaka cihûdan de jî perçebûn heye.

Eva li rewşekê ye ku niha jî têkiliyên rejîma Îsraîlê bi gelek ji welatên erebî yên wek Erebistana Siûdî, Qeter û Misrê xweş e û welatên hanê dewsa ku pişta mafê filistîniyan bigirin bi awayekî veşartî an jî carna eşkera pêwendiyên xweş bi Îsraîlê re hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu