FilistînNûçeRojhilatanavin

Serokê berê yê Rêjîma Sîyonîst mir

Navenda Pizişkîyê ya Şeba (Sheba Medical Center) li Telavînê ragihand ku serokê berê yê Rêjîma Sîyonîst mir.

Li gorî rapora PressTV`yê, Şîmon Perez serokê berê yê Rêjîma Sîyonîst ku bi hegera rawestana mejî li nexweşxanekê hatibû razandinê, vê sibê mir.

Xizm û kesên Şîmon Perez duh ragihandibûn ku rewşa cismî ya wî giran bûye û ew  êbi zûtirkê bimire.

Perez ê 93 salî 2 heftîyan berî niha bi dû rawestana mejî li nexweşxanekê hat razandinê.

Şîmon Perez, serokê berê yê Rêjîma Sîyonîst cinayetên wek serkutkirina serhildana gelê Filistînê, awarekirina bi sedan hezar filîstînîyî û qetilama Qanayê li karnameya xwe ya dijî mirovantîyê qeyd kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu