NûçeCîhanEwropa

Serokê CIA`yê: Şeş mehên bê ji bo Ukraynê rola jîyanê hene

Serokê Sazîya Istixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) tevî ku idia kir “Serokomarê Ûrsêtê ji bo muzakireyan ne ciddî ye“ got: Şeş mehên bê ji bo şerê Ukraynê rola jîyanê hene.

Serokê CIA`yê William Burns li rûpela xwe ya twitterê nivîsî: Ez fikir dikim ku Serokomarê Ûrsêtê Viladimîr Pûtîn dibêje ku dikare demê bi dest bixe, lê meseleya kilîdî li meydana şêrr yê şeş mehên bê be, bi gotinek din şeş mehên bê yê ji bo şerê Ukraynê rola wan a jîyanê hebe.

Wî idia kir: Jinavçûna pozbilindbûn û xwebawerbûna pûç a Pûtîn kivş dike ku ew ne tenê yê nekare li Ukraynê zêdetir pêş da here belkî heer meha ku derbas dibe, xetera ji destdana deverên ku heta nika bi awayekî neyasayî ji Ukraynê istandîye, zêdetir dibe.

Burns idia kir: Pûtîn û Moskowê ti meylek ji bo muzakireyên aştîyê tinene û di vî warî da ne ciddî ne.

Ev gotinên Serokê CIA`yê di halekî da ne ku rayedarên ukraynî idia dikin ku hêzên Ûrsêtê amade ne êrişeke bingehîn ser rojhilata Ukraynê da dest pê bikin.

Başa dön tuşu