IraqNûçeRojhilatanavin
Serokê DAIŞê Bexdadî Mûsilê terikand, xwe li çolê vedişêre
Rayedarên DYAyî û iraqî îdia kirin ku Serokê DAIŞê Ebûbekir el Bexdadî ji ber pevçûnên li Mûsilê reviyaye û niha xwe li çolê vedişêre.
Raydarên îstîxbaratê amaje kirin ku Bexdadî bo şerê li dijî hêzên iraqî yên li Mûsilê dewam bike, gelek fermandar li pey xwe hiştiye û reviyaye.
Li gorî rayedaran kêmasiya pêwendiyê ya di asta serokatiyê û têkçûna DAIŞê ya li Mûsilê nîşan dide ku Bexdadî ji Mûsilê reviyaye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)