Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad, derbarê gengeşiya bi Îsraîlê re axivî û got: “Parastina sînorên me wezîfe û mafê me ye.”

Piştî êrişên hewayî ên Îsraîlê ên li dijî Sûriyeyê û bersiva hikumeta Şamê a bo êrişan bo sedema zêdebûna gengeşiyan.
Wezîrê Parastinê ê Îsraîlê Avigdor Lieberman, amaje kiribû û gotibû ku ger Sûriye êrişî wesayetên hewayî ên Îsraîlê bike, wê sîstemên parastinê ê Sûriyeyê birûxînin.
Esad jî li ser van gotinên Lieberman, got: “Parastina sînorê Sûriyeyê wezîfe û mafê me ye.”
Esad hin beyanat da rojnamevanên rûs û diyar kir ku: “Parastina sînorê Sûriyeyê wezîfe û mafê me ye. Ger derfet hebin û em vê yekê nekin, wê gelê Sûriyeyê me sûcdar bike û me wekî berpirsiyar bibîne. Lewma jî ji aliyê rayedarên îsraîlî daxuyanî bê dayîn neye dayîn ne hewceye ku em hin pirsan ji xwe re bikin. Em polîtîka û biryarên xwe em li gorî daxuyaniyê wan, çênakin û nadin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)